X

xwedê – xwedê mala wî mirat bike, kursîyê di bin de bişkêne

127 words

Xwedê bedel veket

Idiom
  1. gotinek tê gotin li demê mirina zarokek sava bo dêbav û mirovên wî/ê

Xwedê bêhna (yekî) fireh bike

Idiom
  1. Ev biwêje tê gotin dema kesek dikeve di rewşeka gelek nexweş de, an jî ji dest dana kesekê pirr biha, an jî mirina kesekê nêzîk.

xwe dê bêjî

Idiom
  1. ya ji (yekî)/te ve, tu dişêyî bêjî, xwe tu bêjî

Xwedê bihêle

Meaning
  1. Xwedê bixefirine, Xwedê bibexişîne, Xwedê bibexşîne

Xwedê bike

Idiom
  1. daxwastin, daxwastina ji Xwedê, xwastina ji Xwedê ku bikêrhatî bibînê

Arabicإن شاء الله

SynonymsXwedê hezke·bi îzna Xwedê·Xwedê hez bike·inşela·înşela

Xwedê dan

Verb
  1. hatin dinyayê, welidîn, ji dayik bûn, çavên xwe li jiyanê vekirin, dest bi jiyanê kirin
  2. zan, bûn^([Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].)
  3. Guhartoyeke xuda dan.
Noun
  1. Guhartoyeke xudadan.

Xwedê dikim

Verb form Xwedê çêkirin
  1. Kesê yekem yekjimar dema niha ji lêkera Xwedê çêkirin.

Xwedê dikî

Verb form Xwedê çêkirin
  1. Kesê duyem yekjimar dema niha ji lêkera Xwedê çêkirin.

Xwedê dilê te xweş ket

Idiom
  1. Xwedê bêhina te fireh bike, Xwedê te keyfxweş biket, an jî dema yek di mirît ev dibêjin xêzan û kes û karên wî/ê.

xwedêgiravî

Adverb
  1. qaşo, devalêk, qay, goya, hesaba xwe, li gor ku tê gotin yan dixwiye lê ne li gor rastiyê

Xwedê heye xem tuneye

Proverb
  1. Guhartoyeke Xwedê heye, xem tune ye.
  2. neheqî li te bûye lê xema nexwe xwedê rasta digire

xwedê hez bike

Idiom
  1. Guhartoyeke Xwedê hez bike.
  2. bi îzna Xwedê, Xwedê bike, Xwedê bibêje erê, inşela, Xwedê çê bike

Arabicان شاء الله

Xwedê-jê-razî

Adjective
  1. Guhartoyeke xwedêjêrazî.
  2. Gotinek rêzgirtinê ye ji kesekî mirî re.
Interjection
  1. hey malavawo! hey malavayê!

Synonymsbiheştî

Xwedê ji te razî be

Idiom
  1. spas, malava, memnûn, şikir, teşekur, Xwedê te bihêle, Xwedê te bisitirîne, Xwedê te biselihîne, Xwedê emrê te dirêj ke
  2. Guhartoyeke Xwedê ji te razî be.

xwedê kirî

Adverb
  1. axirkê, ya çê, hêşku, pir baş e ku
Adjective
  1. ya / yê ku hatiye Xwedê kirin