H

hêş – hêtûhot

108 peyv

hêş

Hoker
  1. ta niha, heta noke, heya niho: Ez hêş diçim dibistanê.
  2. ta hingê, heta wê demê, heya wî wextî: Dema ez derketim, hêş nehatibû.
  3. ji wê, ji wî, ji wan; ji hindê, ji wê yekê, ji vê yekê: Ev hêş mezintir e. (Ev ji wê jî mezintir e.), ,
  4. hin yên din jî: Hê pirs di serê min de mane.
Rengdêr
  1. (bêdeng) Binere: hiş (2)
  2. (baş, xweş)'Binêre hêşku.

Hevmanehîn·hîna·hêna·deha

hêşandin

Lêker
  1. amade kirin, keys kirin, saz kirin, saz kirin, berpêş kirin

hêşin

Rengdêr
  1. Guhartoyeke hêşîn.

hêşin hatin

Lêker
  1. Guhartoyeke hêşîn hatin.
Navdêr
  1. Guhartoyeke hêşînhatin.

hêşî

Rengdêr
  1. Berfa ku ji ber bayî di çalan de kom bûye
  2. Sîwana ku di kêlekên konan de tê hîştin devera lê kon tê vegirtin
  3. Werîs û benê ku kon pê bi erdê ve têne girêdan.

hêşîn

Rengdêr
  1. Kesk; bi taybetî ji bo rengê riwek/giyayan tê bikaranîn.

Erebîأَزْرَق

hêşînahî

Navdêr
  1. çêre, sewze, keskatî, şînkatî, keskatiya biharê

hêşîn dikin

Formeke lêkerê hêşîn kirin
  1. Kesê yekem pirjimar dema niha ji lêkera hêşîn kirin (tewandin).
  2. Kesê duyem pirjimar dema niha ji lêkera hêşîn kirin (tewandin).
  3. Kesê sêyem pirjimar dema niha ji lêkera hêşîn kirin (tewandin).

hêşînokî

Navdêr
  1. şînkole, şînoyî, hêşîne, hêşhêşînokî, şînkî
  2. hêşînoyî^([Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].)

hêşînoyî

Navdêr
  1. şînoyî
  2. hêşînokî, şînkî^([Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].)

hêşîntir

Formeke rengdêrê
  1. Forma komparatîv ji rengdêra hêşîn.

hêşîntirîn

Formeke rengdêrê
  1. Forma sûperlatîvê ji rengdêr hêşîn.

hêşka

Rengdêr
  1. bijarte, hêja, mikemel, bêqisûr, kok, tapî xas, heta niha

hêşku

Hoker
  1. xweşbextane, çakbextane, pirr baş e ku, mala Xwedê ava ku, rind e ku

Erebîلحسن الحظ

Hevmanexwezî

hêşta

Hoker
  1. ta niha, heta noke, heya niho
  2. ta hingê, heta wê demê, heya wî wextî
  3. ji wê, ji wî, ji wan; ji hindê, ji wê yekê, ji vê yekê
  4. hin yên din jî
  5. hîn

Erebîتفتأ

Hevmanehîn·hîna·hêna·deha

hêştin

Lêker
  1. Binêre hiştin.
Navdêr
  1. Binêre hiştin.

hêştir

Navdêr
  1. Dewara deştê; dewarek bilind e bi taybetî li deştê bar pê tên hilgirtin û / yan mirov lê siwar dibin.

Soranîوشتر·حوشتر

Erebîجَمَل·نَاقَة·بَعِير·إِبِل

Hevmanedeve

hêştirme

Navdêr
  1. Balindeyek e nefirinde ye girs û bezok e, ku li hinek warên parzemîna Afrîkayê dijî.

Erebîنَعَامَة·ظَلِيم

Hevmanedavamirişk·firloq·neame

hêştirvan

Navdêr
  1. ajovan an xwedîkerê/a hêştiran

Erebîجَمَّال·جَمَّالَة

Hevmanedevevan

hêt

Navdêr
  1. Parçeya lingî ji navtengê ta çokî.
  2. dîwar, taq, tîqar
Formeke lêkerê
  1. Binere: hatin

Hevmanebite·hête·rihn·ran·king·tilor·bêt