-ê
Suffix
- Paşgira navdarên mê yên tewandî ye.
- Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendnêr dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt.
- Paşgira bangkirina li kesên yan tiştên zayendmê ye.
- Di hin devokan de paşgira pirrjimariyê ye dema diyarkerek bide dû peyv sereke.
- Paşgireke li şûna wî/wê
- Li dawiya bangnîşanan û lêkerên di rewşa bilanî/fermanî de tê danîn; nexasma bo mêzayan.
Rehekî lêkerê
- Rehê dema niha ji lêkera hatin (tewandin).
Meaning
- Li şûna peyvên yekjimar yên zayendnêr yên diyar.
- Li şûna navdêrên zayendnêr daku navdêr neyê dubarekirin.
- Dikeve navbera du diyarkeran yên ku li dû peyvek yekjimar ya zayendnêr tên.
- Li şûna "ew tiştê (ku)".
- Ji çend kesan yan tiştan yekî diyar yê zayendnêr
- Peyvikek alîkar dikeve gel lêkerên tewandî û diyar dike ku bûyerek dê di pêşerojê anku dema bêt de biqewime.
- Peyvikek e tê gotin dema kesa/ê diaxive piçekê radiweste û difikire berî ku axiftina xwe bidomîne.
- Peyvikek e kesa/ê guhdar dibêje bi armanca diyarkirina hindê ku guh dide axiftinê yan dixwaze kesa/ê diaxive gotina xwe bidomîne.
- Di hin devokan de dikeve pey kirdeyên anku subjeyên yekjimar yên zayendnêr û wateya berdewamiya kirinê didiyê.
- Di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa yekjimar ya dema nihoyî de bo kirdeyên yekjimar yên zayendnêr dide.
- Di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) yekjimar yên zayendnêr zêde dibe.
- Di hin devokan de li şûna "Î" ya forma dema nihoyî ji lêkera bûn bo cînavê duyem yê yekjimar.
Letter
- Heftem tîpa û sêyem dengdêra alfabeya kurdî ye û nîşana dengek dirêj e.
- Heftem tîpa û sêyem dengdêra alfabeya kurdî ye (girek).
Prefix
- î-, ev-
Arabicسوف
