J

ji xafil de – ji xwe zêdetir

111 peyv

jixal

Navdêr
  1. Guhartoyeke jinxal.

ji xav ve bûn

Biwêj
  1. sexbêr nebûn, miqate nebûn, hay jê neman, konsantre nebûn
  2. Guhartoyeke ji xav ve bûn.

ji xew rabûn

Lêker
  1. hişiyar bûn, ji nivistine rabûn, beskirina nivistinê û ageh ji xwe hebûn

Erebîأصبح·الإفاقة

ji xeynî

Hoker
  1. (Ew) ne tê de, (ew) ne di nav de, (ew) li derî (hesabê), (ew) ne pê re, (ew) ne li gel.
  2. Binêre ji xeynî.

Soranîbêcge·bêcge le

Erebîإلا·بجانب·ما عدا

Hevmaneji bilî·şintîrê

jixo

Rengdêr
  1. Guhartoyeke jixwe.

jixu

Rengdêr
  1. Guhartoyeke jixwe.

jixwe

Hoker
  1. zaten, zatî, bêguman, helbet, diyar e ku, xuya ye ku
Rengdêr
  1. bêwec, bêsûd, bêmifa, bêkêr, bêfêde, bêkelk

Erebîطبعا

ji xwe bawer

Rengdêr
  1. Guhartoyeke jixwebawer.
  2. Kesa/ê ku bawerî bi xwe û şiyana xwe heye.
  3. kesa/ê ku ji xwe natirse,
  4. kesa/ê ku bawer dike ku dikare bi ser bikeve

Hevmanebixwebawer·biste

jixwebawerî

Navdêr
  1. rewşa jixwebawerbûnê
  2. xwebawerî, yeqîn^([Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].)

jixwebawertir

Formeke rengdêrê
  1. Forma komparatîv ji rengdêra jixwebawer.

ji xwe ber

Rengdêr
  1. Guhartoyeke jixweber.
  2. spontan
  3. resen, orijînal
  4. jiberxweve

jixweberî

Navdêr
  1. rewşa jixweberbûnê
  2. bixwebixweyî, bixweberî, bêhazirîkirin^([Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].)

jixwebertir

Formeke rengdêrê
  1. Forma komparatîv ji rengdêra jixweber.

jixwebertirîn

Formeke rengdêrê
  1. Forma sûperlatîvê ji rengdêr jixweber.

ji xwe bêzar bûn

Biwêj
  1. dayê evê fisegenî ji xwe bêzar e ma rabe ji te re berderî bimale

ji xwe bûn

Lêker
  1. ji qesta bûn, bêqîmet, bênirx, bêfayde, bêmifa

ji Xwedê bawer ke

Biwêj
  1. derbirrînek bo hêzkirina gotinekê, hindek dibêjin bikarînana ne yê dirist

ji xwe kirin

Lêker
  1. ji xwe danîna cilêkî an jî tiştekî li xwe kirî
  2. derfet ji dest dan, neçûn çalakiyek, firset berze kirin

jixwekirî

Rengdêr
  1. tiştekî ji yekî/ê hatîye danîn

Hevmanejixwedanînî

ji xwe razî

Rengdêr
  1. Guhartoyeke jixwerazî.
  2. pozbilind, qure, jixwebawer, bixwebawer, bêvilbilind

ji xwe ve çûn

Lêker
  1. ji ser hişê xwe ve çûn, xewirîn, xeriqîn
Mane
  1. gemişîn, xeriqîn, xewirîn, jibîrveçûn, bêhişketin, bêhişî, bêhişman, bêhisî, bêhisbûn, bêşiûrî, xêrevebûn, mitrîbûn, daman, gutbûn, nuqmîbûn

jixweveçûyî

Rengdêr
  1. bêtaqet, bêhêzûqowet, bêhiş, jibîrveçûyî, xayîs, bêhis, bêşiûr

jixwexilas

Rengdêr
  1. bêçare, bêtaqet, bêzever, ne jêhatî, ne xurt
  2. nekar, neşê^([Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].)

Erebîعاجز

jixwexilastir

Formeke rengdêrê
  1. Forma komparatîv ji rengdêra jixwexilas.

jixweyiya

Formeke navdêrê jixweyî
  1. Rewşa îzafeyî ya yekjimar ya mê ya jixweyî.

jixweyiyên

Formeke navdêrê jixweyî
  1. Rewşa îzafeyî ya binavkirî ya pirjimar ya mê ya jixweyî.

ji xwe zêdetir

Biwêj
  1. min gote te ji xwe zêdetir nepeyive, paşê wê bela bê pêşîya te